Artêşa Tirkiyê amadekariyên êrişeke bo ser Efrînê dike!

Hat ragihandin ku Artêşa Tirkiyê li 10 xalên sînorê Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ew blokên ji beton çêkiribûn rakirine. Ev jî weke amadekariyên êrişeke bo ser Efrînê hat şîrovekirin.

18.12.2017, Pts - 12:38

Artêşa Tirkiyê amadekariyên êrişeke bo ser Efrînê dike!
Nuçe Belav bike

Hat zanîn ku Artêşa Tirkiyê ew blokên beton ku li ser sînor ava kiribûn, niha di çarçoveya amadekariyên êrişeke li ser bajarê Efrînê radike. Hat ragihandin ku li 10 xalan ev blokên beton ji bo derbasbûna hêzên Artêşa Tirkiyê hatine rakirin.

Li gor agahiyan Tirkiye hewl dide ku ji aliyê Mertala Firatê, sînorê Tirkiyê û Idlîbê ve bi alîkariya çekdarên opozîsyon Sûriyê dorpêç bike.

Herwiha li hemberî van amadekariyên Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, Hêzên YPG û HSDê jî amadekariyên xwe dikin û çekên giran li ser sînor bicih dikin.

Piştî ku Rûsyayê biryara vekişandina leşkerên xwe dan, dihat gotin ku Tirkiye wê êrişî herêmên Kurdî bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1048 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:24:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x