Li gorî îdîaya rojnameya Tirkiyeyê Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) wê ji çar milan têkevin Efrînê û plana operasyonê jî amade ye.
Piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a îşareta operasyona Efrînê, vê carê derbarê operasyonê de nûçeyek di rojnameya Tirkiyeyê de cih girt.
Rojnameya Tirkiyeyê di nûçeya xwe ya manşetê de ragihand ku 7 hezar leşkerên TSKê û 13 hezar milîsên Artêşa Sûriyeya Azad ji çar alî ve dê tevlî operasyona Efrînê bibin.
Di berdewamiya nûçeyê de hat îdîakirin ku Tirkiye ji bo operasyona Efrînê bi Rûsyayê re li hev kiriye. Li gorî nûçeyê operasyon wê du mehan bidome.
Herêma Efrînê ku li bakurê Sûriyeyê cih digire di bin kontrola hêzên Yêkiney