Tirkiye bi topên obusê êrişî çeperên YPGê yên li Efrînê kir. YPGê jî bi topên hewanê bersiva êrişa Tirkiyeyê kir. Hate ragihandin ku Artêşa Tirkiyeyê hejmarek zêde leşker û amûrên leşkeri şandin ser sînorê Efrîne.
Artêşa Tirkiyeyê bi topên obusê ji sînorê bajarê Kilisê ve çeperên YPGê yên li çoltera bajarê Efrînê topbaran kir. Hate diyarkirin ku artêşa tirk doh êvarê nêzî 20 topan avêtine çepere YPGê kiriye.
Tirkiye çeperên YPGê yên li hêrêma Kestelcîndo, Menaz, Şero, Malikiye û Eyndakkayê bi obusan topbaran kirin. Şervanên YPGê jî bi hewanan bersiva êrişa Tirkiyeyê dan.
Hate diyarkirin ku Tirkiye bi topbaranê dixwaza parastina YPGê yên li çoltera Efrînê têk bibe. Tê gotin ku Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di demekê nêzîk de li hemberî Telrifet û Baregeha Leşkerî ya Mînîgê ku di bin kontrola YPGê de ye operasyon bidin destpêkirin.