Avahiya nû ya Zanîngeha Kobaniyê bi dawî bû

Avahiya Zanîngeha Kobaniyê ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve dihat avakirin bi dawî bû.

18.11.2023, Cts - 08:03

Avahiya nû ya Zanîngeha Kobaniyê bi dawî bû
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, sala 2018an dest bi xebatên avakirina avahiya nû ya Zanîngeha Kobaniyê kir lê piştî demekê navber da xebatan.

Rêveberiya Xweser, par bi projeyeke nû biryara berdewamkirina xebatên lêkirina zanîngehê da.

Herwiha hat diyarkirin ku dê di demên pêş de ji bo xwendekarên zanîngehê jî xanî (yurt) bêne avakirin.

Rêveberê projeyê endazyar Nezmî Mihemed ji ajansa ANHAyê re axivî û got:

“Rêveberiya Xweser ji bo destpêka projeyê, sala 2018an milyonek dolar û ji bo temamkirina pêdiviyan jî 700 hezar dolar amade kir. Me bi wî rengî dest bi projeyê kir.

Rûbera erdê zêdetirî 3 hezar metreyan e, tevî qonaxan rûber bi giştî dibe 7 hezar metre çargoşe. Di dema pêş de ev rûber dê ji ber avakirina xewgeha zanîngehê berfirehtir bibe.”

“Têra hezar xwendekarî dike”

Nezmî Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku zanîngeh têra hezar xwendekarî dike û got:

“Di avahiya nû de nêzîkî 30 holî hene, her yek ji bo 35-40 xwendekaran e û gelek nivîsgehên rêveberiyê jî hene.

Avahiya nû ji 3 beşan pêk tê, 2 beş ji bo xwendekaran û beşek jî ji bo rêveberiyê, herwiha ji bo 400 xwendekarî cihê pirtûkxane û xwendinê hat avakirin.”

Li Zanîngeha Kobaniyê, 2 beşên wêjeyî û zanistî hene ku ji 12 beşên fakulte û peymangehan pêk tên ku ev in:

Fakulteya wêjeyan, fakulteya perwerdehiyê, fakulteya zanistên xwezayî, peymangeha zanistên xwezayî, peymangeha zanistên perwerdehiyê, peymangeha bijîşkî, peymangeha teknolojî, peymangeha jimaryariyê, peymangeha zimanan, peymangeha zanistên rêveberî û qanûnî, peymangeha lêkolînên bilind ên zanistên perwerdehiyê û peymangeha lêkolînên bilind ên zanistên civakî.

Herwiha beşa biyolojiyê yê ku berê girêdayî peymangeha zanistên perwerdehiyê bû û xwendina wê 2 sal û nîv bû, ji bo fakulteya zanistên xwezayî hat zêdekirin û xwendina wê bû 4 sal

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 396 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:32:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x