Balafirên Tirkiyeyê yên F-16 sengerên YPGê li nêzîkî Til Rifatê bombebaran kirin.
Çavkaniyên herêmî ragihand ku balafirên Artêşa Tirkiryeyê sengerên YPGê li nêzîkî Til Rifatê bombebaran kirine.
Ji aliyê din ve, ANHAyê ragihand ku DAIŞ û Artêşa Tirkiyeyê bi hev re êrîşî bir ser gundên Gorhîko, Holaşh û Xalîde ku bi 29 km li başur û rojavayî bajarê Minbicê dikevin.
Li gorî heman nûçeyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiv daye û şer niha berdewam e.
Ev bûyerê piştî daxuyaniya Fermandarê Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joseph Votel tê ku duh wiha ragihandibû, eger Tirkiyeyê êrişî hêzên kurd ên li herêma Minbicê, dê bandorê li têkoşîna dijî DAIŞê bike.
Herwiha Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duh diyar kiribû ku operasyona "Mertalê Firatê" dê bi kontrolkirina bajarê El Babê bi dawî nebe lê dê berdewam bike Minbic û Reqqa bên kontrolkirin.
Di roja 25ê Sibatê de jî hatibû ragihandin ku Artêşa Tirkiyeyê ya li nêzîkî navçeya Bilbilê, hewl daye derbasî nava erda Kantona Efrînê bibe. Li ser vê yekê Şervanên YPG/YPJê destûr nedane ku ew derbas bibin û di encamê de jî pevçûn rû da ye. Hate eşkerekirin ku Artêşa tirk ji paşve vekişiyaye û pevçûn jî bi dawî bûye