Balyozê berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê: Amerîka dest ji YPGyê bernade

Balyozê berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê diyar kir ku Amerîka qet dest ji YPGyê bernade û ji Sûriyeyê jî venakişe.

15.12.2023, Cum - 08:05

Balyozê berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê: Amerîka dest ji YPGyê bernade
Nuçe Belav bike

Balyozê berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê Robert Ford ragihand, Amerîka qet dest ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bernade ku wan wek hevbeşekî xwecihî dibîne.

Robert Ford herwiha destnîşan kir ku Amerîka deh sal in bi YPGyê re dixebite û hêzên xwe jî ji Sûriyeyê venakişîne.

Balyozê berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê Robert Ford li ser helwêsta Tirkiyeyê ku ji hevbeşiya di navbera Amerîka û YPGyê de nerazî ye, eşkere kir ku Koşka Spî helwêsta xwe ya li hemberî YPGyê naguhere, ji ber ku wan deh salan bi DAIŞê re kirine.

Li aliyekî din, Balyozê berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê da zanîn ku berî çend rojan Encûmena Pîran a Amerîkayê projeyasayek li ser vekişîna hêzên Amerîkayê yên ji Sûriyeyê red kiribû.

Ev yek amajeyê bi wê yekê dide, piştevaniyeke siyasî ji bo hebûna serbazî ya Amerîkayê li rojhilatê Sûriyeyê heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 337 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:38:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x