Berdevkê Erdogan dibêje, operasyona li dijî Rojava her kêliyekê dikare destpê bike

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbarê egera operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê û li dijî Rojavayê Kurdistanê de ragihand, “her kêliyekî dikare operasyon were destpêkirin” û got, ew dê ji bo operasyona li Sûriyê destûrê ji ti kesî nexwazin.

27.07.2022, Çar - 11:52

Berdevkê Erdogan dibêje, operasyona li dijî Rojava her kêliyekê dikare destpê bike
Nuçe Belav bike

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin derbarê egera operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê û li dijî Rojavayê Kurdistanê de ragihand, “her kêliyekî dikare operasyon were destpêkirin” û got, ew dê ji bo operasyona li Sûriyê destûrê ji ti kesî nexwazin.

Îbrahîm Kalin di hevpeyvînekê de bi Bloombergê re tekezî li ser helwêsta Tirkiyê bo destpêkirina operasyoneke leşkerî li li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir.

Kalin derbarê operasyoneke muhtemel a bo ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê got: “Em dê destûrê ji ti kesî wernegirin. Ne mecbûr in ku demê ji ti kesî ra rave bikin. Lê di çarçoveya nirxandina me ya li ser metirsiyên li ser ewlehiya xwe de, di her kêliyê de dibe ku operasyonek wiha were kirin.”

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê behsa siyaseta Tirkiyê ya têkildarî Sûriyê kir û diyar kir, “Perspektîfa me li Sûriyê, berî her tiştî berdewamkirina pêvajoya danûstandinên siyasî di çarçoveya biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî de û bidawîkirina karê komîteya destûrî ye. Mixabin geşedanên li qadan berevajî vê bûn.”

Îbrahîm Kalin destnîşan kir, “Li herêma Îdlibê em ewlehiya nêzî 4 milyon kesî diparêzin û têkoşîna me ya li dijî tehdîda terorê dewam dike. Ji ber vê yekê serokê me got ku her kêlî dibe ku operasyoneke nû ya leşkerî çêbibe. Ji bo vê em dê destûrê ji kesî nexwazin.”

Tirkiye gefan dixwe ku ji bo parastina ewlehiya xwe ya netewî û parastina sînorên xwe yên bi Sûriyê re, dê êrîşî navçeyên di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bike, ji ber ku Enqere wan herdu hêzan weke baskên PKKê li Sûriyê dibîne û wan weke rêxsitinên terorîst bi nav dike.

Lê belê YPG û HSDê wê tohemta Tirkiyê red dikin û Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî jî wan hêzan weke hevbeşên xwe yên sereke û rasteqîn di şerê dijî terorê û DAIŞê de li navçeyê dibîne.

Amerîka, Rûsya, Îran, Fransa û hikûmeta Sûriyê ragihandine, ew li dijî her core operasyoneke nû ya Tirkiyê li nav axa Sûriyê ne û hişyarî dane Enqerê.

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê, di beşeke din a axaftinên xwe de nerazîbûna xwe ya li beramber peyama sersaxiyê ya CENTCOMê ya ji bo Fermandara HSD û Cîgira Mazlûm Abdî ku beriya çend rojan di êrîşeke Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da, nîşan daye û ragihandiye, “Ez dixwazim diyar bikim ku em vê kiryarê bi tundî şermezar dikin. Ev tiştek e ku di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê û hevpeymaniya NATOyê de ti carî nayê qebûlkirin. Ji ber çi sedemê dibe bila bibe, parastin, lênihêrîn, romantîzekirin, peyama sersaxiyê, şandina peyama yekitî û hevgirtinê ya bi kesên girêdayî PKKê re ku bi awayekî eşkere Tirkiyê dike hedef, nayê qebûlkirin.”

Kalin dibêje, “Ji bo me her gefeke terorîstî ya ku Tirkiyê bike armanc, gefeke eşkere ye. Kî dibe bila bibe, her hêmanek ku ewlehiya me dixe xeteriyê, ji bo me hedefek eşkere û rewa ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 512 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:58:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x