Berpirsekî HSDê : Amerîka 1000 serbazên din dişîne Rojava

Berpirsekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku piraniya şervanên wan ji endamên YPGê pêk tên, dibêje, Amerîka dê 1000 serbazên xwe yên din bişîne Kurdistana Rojava.

06.02.2017, Pts - 12:06

 Berpirsekî HSDê : Amerîka 1000 serbazên din dişîne Rojava
Nuçe Belav bike

Berpirsekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku piraniya şervanên wan ji endamên YPGê pêk tên, dibêje, Amerîka dê 1000 serbazên xwe yên din bişîne Kurdistana Rojava.

Piştî ku Donald Trump li ser kursiya serokatiya Amerîka rûnişt, û wirde dihat gotin ku alîkariyên Amerîka bo HSD/YPG dê kêm bibin.

Lê berpirsekî HSDê, ku nexwast navê wî were eşkerekirin, got ew nûçe û agahî derew in ji ber ku alîkariyên Amerîka dê bidomin û vê dawiyê jî bona şerê azadkirina Reqayê çek û otomobîlên zirhî û pêşketî dan me.

Wî berpirsê HSDê her wiha got, Amerîka dê bona qonaxa sêyemîn ya şerê Reqayê, ku çend roj berê hat destpêkirin, 1000 serbazên xwe yên din bişîne Kurdistana Rojava.

Li gorî agahiyên wî fermandeyê HSDê, Amerîka di çarçoveya qonaxa sêyemîn ya şerê Reqayê de azadkirina firokexaneya serbazî ya El Tebqayê daniye pêşiya HSDê da ku di azadkirina bajarê Reqayê de sûdê jê werbigire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1378 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:15:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x