Çalakcvanên Efrînê belav kirin, çend roj in agir bi çiyayê Hawarê yê Efrînê ketiye, beşek mezin ji daristanê şewitiye û ti alî hewla vemirandina agir nadin.
Çalakvanan amaje bi wê jî kirin, agir zû belav dibe û ji hin gundan ve nêzîk bûye, bi taybetî gundê Qêsim, Dîkê, gundê Çiyê û Avrazê.
Herwiha agir bi daristanên navçeya Şera û darên zeytûnan ên li nêzîkî gundê Çema ketiye û hejmareke mezin ji darên zeytûnan, merx û keleman ketiye.
Li gorî çalakvanan, di çend rojên borî de, agir bi çiyayên navçeya Bilbilê û gundên navçeyên Şêrewa yên wekî Soxanekê, Meyasa, Birc El-Qas, Kilûtê ketibû rûberên berfireh şewitîbûn.
Çalakvanên Efrînê grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin bi şewitandina darastanan tometbar dikin û dibêjin, grûpên çekdar bi hinceta parastina ewlehiyê agir bi çiya û daristanên Efrînê dixînin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di Adara 2028an de, bûyerên pêketina agir bi dar û daristanên Efrînê zêde bûye.