Çekdaran 3 welatiyên Kurd li Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 3 xortên Kurd revandin.

12.10.2023, Per - 12:12

Çekdaran 3 welatiyên Kurd li Efrînê revandin
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporekê de belav kir, çekdarên grûpa “Feyleq El-Şamê” roja 7ê Cotmehê kesê bi navê Weqfî Ehmed Kurdî ji bajarokê Cindirêsê revand û bir girtîgeha li gundê Îska.

Diyar kir jî, Weqfî Ehmed Kurdî di destpêka vê mehê de ji herêma Şehbayê ya li bakurê Helebê vegeryabû Efrînê.

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn jî, çekdarên grûpa “Polîsa Leşkerî” roja 5ê Cotmehê xortê bi navê Ehmed Husên Hesen ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê revand.

Da zanîn jî, Ehmed Husên Hesen di dema dawî de vegeryabû Efrînê û dema nasnameya xwe ji Encûmena Xwecihî ya Efrînê derdixist ji aliyê çekdaran ve hat revandin.

Herwiha ragihand jî, çekdarên “Polîsa Leşkerî” yên bajarê Ezazê xortê bi navê Elî Hemo Bilal ji rêbenda Ezazê revand ku ligel hevjîn û kurê xwe ji Helebê vedigeriyan gundê xwe “Xilalka” û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û heta niha dora 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 275 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:14:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x