'Ciwanên Şoreşger' 2 zarokên din ên keç revandin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi Rêveberiya Xweser ve 2 zarokên koçber ên Efrînî ji gundekî bakurê Helebê revandin û malbata wan banga vegerandina wan dike.

15.06.2024, Cts - 10:13

'Ciwanên Şoreşger' 2 zarokên din ên keç revandin
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, keça koçber a Efrînî, Sîlvana Es’ed Reşîd ya 14 salî roja 1ê Hezîranê ji aliyê rêxistina Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û heya niha ti zanyarî derbarê wê tune ne.

Sîlvana Es’ed Reşîd sala 2010an jidayik bûye, ji gundê Çeqmaqê Biçûk ê yê Efrînê ve ye û malbata wê ji dema dagîrkirina Efrînê di sala 2018an de, koçberî gundê Um El-Hoş ê li bakurê Helebê bûye

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn jî, keça koçber a Efrînî, Almaz Fewzî Gulîn a 13 salî roja 1ê Hezîranê ji aliyê rêxistina Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.

Almaze Fewzî Gulîn sala 2011ê jidayik bûye, ji gundê Nisiriyê yê Efrînê ve ye û malbata wê ji dema dagîrkirina Efrînê di sala 2018an de, koçberî gundê Um El-Hoş ê li bakurê Helebê bûye.

Malbata her du zarokan (Sîlvana û Almaze) bang li hemû rêxistinên mirovî, yasayî û yên mafên zarokan dikin ku keçên wan vegerînin malê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger, rêxistinek ser bi Rêveberiya Xweser ve ye û bi mebesta biçekkirina ciwan û zarokan, gelek zarok û ciwanên Kurd li herêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê revandine.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Li gorî raporteke berê ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, HSDê ji Tîrmeha 2020 û heta Tîrmeha 2022an de, 829 zarok biçek kiribûn.

 

Vî nûçeyê tevayî: 375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:08:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x