Dayika keçeke Kurd a 13 salî: Ciwanên Şoreşger keça min revandine

Dayika keçeke Kurd a 13 salî ku ji Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye dibêje keça wê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.

26.05.2023, Cum - 07:10

Dayika keçeke Kurd a 13 salî: Ciwanên Şoreşger keça min revandine
Nuçe Belav bike

Dayika wê keçê, Hemrîn Alûcî ji ajansa Rûdawê re ragihand, Ciwanên Şoreşger roja 21 vê mehê keça wê ya 13 salî ji bajarê Şebab ê Qamişloyê revandine û tevlî xwe kirine.

Dayika Peyal dibêje, pasewanê bajarê Şebab ku navê wî Ferîd Jumaa ye, ew revandiye û gihandiye navenda bajarê Şebabê.

Dayika Peyal, Hemrîn Alûcî bû mêvanê bultena Rûdawê got, “Keça roja berî wê di hembêza min de razayî bû, ti pirsgirêkên me tunebûn. Kilîla xwe jî bi xwe re, yeka ku niyeta revê pê re hebe, kilîlê bi xwe re nabe.”

Piştî birina wê zarokê vîdeoyek ji dayika wê re şandine ku tê de Peyal derdikeve û dibêje, ew bi xwe tevlî Ciwanên Şoreşger bûye, ji bo ku malbata wê daxwaza vegerê lê neke.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 465 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:00:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x