Di navbera Rûsya û Tirkiyê de hevdîtina 'Til Rifat'

Hat îddiakirin ku Rûsya û Tirkiye, bajaroka Til Rafat ku dibin kontrola YPG'ê daye jibo radestkirina Muhalîfên Sûriyê destbi rêze civînan kirine.

23.10.2017, Pts - 08:23

Di navbera Rûsya û Tirkiyê de hevdîtina 'Til Rifat'
Nuçe Belav bike

Serkirdeyekî opozîsyona Sûriyê bi navê Mistefa Sêcerî ji ajanseke opozîsyona Sûriyê re ragihandiye, niha danûstandin di navbera Tirkiye û Rûsyayê de tên kirin, ji bo ku bajarokê Til Rifetê û dewrûberên wê ji YPGê bistînin û teslîmî çekdarên opozîsyona Sûriyê bikin.

Li gor Sêcerî, hîn herdu alî negihêştine ti rêkeftinekê, lê gotûbêjên wan berdewam in ji bo yekalîkirina wê mijarê.

Di Tebaxa borî de 2 karwanên leşkerî yên Rûsî ketibûn bajarokê Til Rifetê û lê bicih bibûn, çend roj berê jî alên YPG û Ceyş El-Siwar anîn xwarê û li cihê wan alên Rûsî bilind kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bajarokê Til Rifatê, ku 30 km li başûrê rojhilatê Efrînê ye, di Sibata 2015an de kontrol kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1329 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:29:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x