Efrin: Komên çekdar alikariyên Kurdan ji wan distînin

Çekdarên grûpa Emşatê alîkariyên mirovî ji Kurdan distînin.

16.08.2023, Çar - 12:48

Efrin: Komên çekdar alikariyên Kurdan ji wan distînin
Nuçe Belav bike

Çekdarên grûpa Siltan Silêman Şahê, bi fermandariya Mihemed el-Casimê ku wekî Ebû Emşe tê naskirin alîkariyên mirovî ji Kurdan distînin.

Çavkaniyeke taybet a ji herêma Efrînê, ji Rûdawê re eşkere kir ku Komeleya Biharê alîkariyên mirovî dane 450 malbatên li nahiyeya Şiyê û çend gundên wê.

Heman çavkaniyê diyar kir ku komeleya navborî, wekî alîkariyê 150 dolar jî dane wan malbatên ku piraniya wan Erebên hawirde ne.

Herwiha çend malbatên Kurd jî di ev alîkarî wergirtiye.

Piştî ku alîkarî gihaye malbatên Kurd, çekdarên Emşatê çûne malên Kurdan û wan ji her malbatekê 50 dolar standine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 272 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:03:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x