Efrîn: Xaniyên Kurdan ji xwe re difiroşin

Grûpên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê ve li Efrîna Rojavayê Kurdistanê bi darê zorê bacê ji Kurdan distînin û xaniyên Kurdan ji xwe re difiroşin.

26.04.2024, Cum - 15:02

Efrîn: Xaniyên Kurdan ji xwe re difiroşin
Nuçe Belav bike

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)ê xaniyên Kurdan ên ku herî dawiyê hatine firotin ev in:

- Çekdarên grûpa Rîcal el-Herbê ya bi ser Tirkiyeyê ve li taxa Eşrefiyeyê ya Efrînê 3 xaniyên Kurdan bi 1300 dolarî firotine.

- Çekdarên Ehrar el-Şerqiyeyê jî li taxa Eşrefiyeyê 2 xaniyên Kurdan bi 800 dolarî firotine.

- Grûpa Cebheya Şamî jî li heman taxê xaniyek bi 700 dolarî firotiye.

- Li gundê Kurkanê yê Efrînê çekdarekî xaniyekî Kurdan bi 900 dolarî firotiye.

Li hêla din, bacên ku bi darê zorê ji Kurdan hatine standin jî wiha ne:

- Grûpa el-Mutesemê ya bi ser Tirkiyeyê ve 4 hezar dolar xwîkî (bac) li ser malaleke Kurd ferz kiriye.

- Çekdarên grûpa Sultan Muradê ya bi ser Tirkiyeyê ve, li taxa Eşrefiyeyê ya Efrînê di navbera 2 heta 3 hezar dolaran de bac li ser 4 welatiyên Kurd ferz kiriye.

- Çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiyeyê ya bi ser Tirkiyeyê ve di navbera 7 heta 8 hezar dolaran de bac li ser 3 malên Kurd ên li Efrînê ferz kiriye.

Li aliyê din, çekdarên grûpa Sultan Muradê 20ê Nîsanê jî 3 Kurdên ji gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şerayê ya Efrînê girtibûn.

Ew her sê Kurd beramberî 20 hezar dolarî hatibûn berdan.

Dagirkirina Efrînê

Grûpên Çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê bi alîkariya Tirkiyeyê 20ê Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan dewam kir Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrîn 18ê Adara 2018an dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Vî nûçeyê tevayî: 131 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:58:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x