Efrîn: Polîsên serbazî 4 welatiyên Kurd girtin

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê polîsên serbazî 4 welatiyên Kurd girtin.

16.11.2023, Per - 06:51

Efrîn: Polîsên serbazî 4 welatiyên Kurd girtin
Nuçe Belav bike

Polîsên serbazî yên Tirkiyeyê li gundê Qeregulê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê welatiyekî Kurd bi tohmeta pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re girt.

Herwiha li bajarê Efrînê jineke Kurd, li gundê Kawendayê ya Racoyê kesekî din û li navçeya Şerayê jî kesek hat girtin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku polîsên serbazî jineke Kurd ku ji gundewarê Helebê vegeriyabû mala xwe, girt lê piştî dayîna 500 dolaran ew berdan.

Polîsên serbazî li navçeyên Raco û Şerayê bi tohmeta pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re 2 welatiyên Kurd girtine.

12ê Çiriya Paşînê jî li bajarê Ezazê welatiyekî Kurd piştî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû dersînorkirin ji aliyê polîsên serbazî ve hatibû girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 262 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:57:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x