Encûmena Asayîşa NY îro derbarê gefên DAIŞê de dicive

Îro Sêşembê 9ê Tebaxa 2022an Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî derbarê gefên DAIŞê de dicive.

09.08.2022, Sal - 07:09

Encûmena Asayîşa NY îro derbarê gefên DAIŞê de dicive
Nuçe Belav bike

Li gor acendeya civîna Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekgbûyî, civîna îro ya encûmenê ji bo gotûbêjkirina rapora 6 mehan a Sekreterê Giştî yê NY a derbarê gefên DAIŞê de hatiye terxankirin.

Di civîna îro de, Rêvebirê Cîbicîkar ê Komîteya Dije Terorê We Sheng û Birîkarê Sekreterê Giştî yê Ofîsa Têkoşîna Dijî Terorê ya NY Vladimir Voronkov, dê behsa naveroka raporê ji bo 15 endamên Encûmena Asayişa Navdewletî bikin.

Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî di dawiya meha bihorî de ragihandibû, ji bo cîbicîkirina projebiryara 2253 a sala 2015an, encûmenê pabendiya xwe bo bersivdana gefên DAIŞê nîşan dide ku gefê li aştî û ewlehiya navdewletî dike. Bo vê armancê jî raporta 15an a Sekreterê Giştî ya derbarê wê gefê de tê nirxandin.

Girîngtirîn ew xalên ku di raportê de têne behskirin, çarenivîsa wan xelkên ku di 11 kamp û nêzîkî 20 zindanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dimînin, 30 hezar zarokên çekdarên DAIŞê ku temenê wan di bin 12 salî de ye û metirsî heye ku li ser îdeolojiya DAIŞê mezin bibin.

Li gor endamekî Encûmena Asayîşa Navdewletî, 10 hezar çekdarên biyanî di zindanên Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) de hene.

Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî dibêje, di nava sala 2021an de DAIŞê bikaranîna dronan zêde kiriye û bi dronan êrîşî Herêma Kurdistanê kiriye. Encûmena Asayişê herwiha daye xuyakirin, DAIŞ hin kompanyayan bikar tîne daku radaran ji welatên Amerîka, Kanada û Amerîkayê bikire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 306 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:11:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x