Nûnerê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) yê di nav Hevpemaniya Opozîsyona Sûriyê de Fûad Elîko, bang li PYDê kir ku li xwe vegere û diyar kir ku divê PYD û ENKS bikevin diyalogê û vegera Pêşmergeyên Roj were gotûbêjkirin.
Elîko wiha axivî: “Me berî niha hişyarî da ku divê hêzên Kurdî derbasî nav axa ereban nebin ku kêşe di navbera Kurd û ereban de pêk neyên. PYD eger bixwaze ku temsîliyeta wê hebe di qada navdewletî de û beşdarî Cenevreyê jî bibe, divê têkiliya xwe li gel PKKê bibire. Ev yek wê hincetên Tirkiyeyê yên ji bo êrişeke ser Efrînê jî ji holê rake.”
Elîko herwiha ragihand ku opozîsyona Sûriyê piştgiriyê dide oporasyineke Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê û got ku tevî ku em di nav wan de jî em ne li gel vê hizra wan in û em li dij ku Tirkiye êrişekî li dijî Efrînê pêk bîne.