Wall Street Journalê îdiaya xwe spartiye çavkaniyên ku haya wan ji hevdîtinên Trump heye.
Çavkaniyan diyar kiriye ku Trump ji bo êrişkirina ser Îranê “çiraya kesk” pê xistiye lê ji bo fermana dawî li bendê ye ku bibîne bê ma Tehran dê dev ji planên xwe yên nukleer berde yan na.
Li gorî nûçeyê, tesîsa dewlemendkirina uranyumê ya Fordoyê ya ku di binê erdê de hatiye avakirin dê bibe yek ji cihên ku Amerîka dê berê êrişî wan bike.
Trump şeva 17ê Hezîranê li Situation Rooma Koşka Spî bi rayedarên pilebilind re civîneke ewlehiyê kiribû.
“Min hîn biryara dawî nedaye”
Trump doh ji rojnamegeran re got ku ew naxwaze tevlî şerekî li Rojhilatê Navîn bibe û li pey çûbû:
“Hinek ramanên min hene lê min hîn biryara dawî nedaye. Ez dixwazim biryara xwe ya dawî berî çirkeya dawî bidim ji ber ku di şer de rewş diguhere."