Serokê Amarîkayê Donald Trump li ser şerê di navbera Îsraîl û Îranê de daxuyaniyeke nû da.
Donald Trump di daxuyaniyên xwe de gef xwar û amaje bi dîplomasiyê jî kir û got, “Em naxwazin bi Îranê re bikevin nav şerekî lê nabe ku çeka wê ya atomî hebe.
Eger Îranê çekê atomî hebe, dê bikar bîne."
Trump derbarê îhtimala beşdariya Amerîkayê di êrişan de got:
“Min biryara dawî nedaye ku beşdarî êrişeke li Îranê bibim lê hin fikrên min hene.
“Îsraîl karekî baş dike”
Serokê Amerîkayê pesnê pêngavên Îsraîlê da û got, “Îsraîl karekî baş dike.”
Ji aliyekî din ve, Trump derî ji dîplomasiyê re vekirî hişt û got:
" Îran dixwaze bi me re bicive. Min derî li ber hevdîtina bi Îranê re negirtiye û dibe ku lihevkirinek pêk were.”
Bi gotina Trump ji bo Îranê tenê çend hefte mabûn ku bigihîje çeka atomî
Trump her wiha eşkere kir ku wî pirsa Îranê li gel berpirsekî leşkerî yê Pakistanî gotûbêj kiriye û ragihand ku ew dê demjimêreke din civîneke li ser Îran û Îsraîlê li dar bixin.
“Dibe ku her tişt rû bide”
Trump rewş bi nezelalî hişt û got, “Dibe ku her tişt rû bide. Dibe ku serkirdayetiya rejîma Îranê bikeve.
Plana me ji bo piştî ketina rejîma Îranê heye.
Plana me ji bo her tiştî heye, lê pêwîst e em hêjî çaverê bikin."