Biryar e îro 19ê Hezîrana 2025an, Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê derbarê pirsgirêka mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê de bicive û biryareke girîng bide.
Li gorî zanyariyan, civîna Dadgeha Federalî dê îro bi amadebûna hemû endaman û endamekî yedek birêve biçe. Jêderekî ji dadgehê ragihand, Serokê Dadgehê daxwaz ji endaman kiriye ku amade bin, da ku biryarekê ji bo destpêkirina jinûve dayîna mûçe û mafên darayî yên karmendên Herêma Kurdistanê derxînin.
Derbarê heman mijarê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, duh di destpêka civîna Encûmena Wezîran de, amaje bi mijara birîna mûçeyan ji aliyê Bexdayê ve kir û got: "Em bi her awayî di hewldanên xwe de berdewam in ji bo çareserkirina vê kêşeyê. Ji bo vê mebestê me di van rojan de nameyek ji Dadgeha Federalî re şand derbarê neyasayî û nedestûrîbûna biryara birîna mûçeyan ji aliyê Wezareta Darayî ya Federal ve."
Serokwezîr Barzanî hêviya xwe anî ziman û got: "Em hêvîdar in Dadgeha Federalî di bersiva nameya me de biryareke erênî û di berjewendiya xelkê Kurdistanê de bide, bi taybetî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû pabendiyên xwe yên destûrî bi cih anîne û dixwaze di berdêla wê de rêz li mafên wê yên destûrî bê girtin û şayisteyên wê yên darayî bên şandin."