Cedan Elî ji malpera KDP.info re ragihand: “Karê PYDê tenê bûye zilmkirina li ENKSê û dijayetiya me. Serkirde û endamên me davêjin binê zindanan. Divê PYDê li siyaseta xwe vegere, ji ber ku em xwe radestî wan nakin.”
Elî wiha got: “ENKS berdewam amade ye bo gotûbêjan û çareserkirina pirsgirêkan, lê PYD xwe li ser serê me mezin dike û me qebûl nake. Tenê dibêjin werin tevlî me bibin, lê em razî nabin.”
Wî endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê ragihand: “Ew xwe wek xwediyê hêzê dibînin û dibêjin welat alîkariya me dikin, lê ji me re dibêjin Tirkiye alîkariya we dike û hûn nepaqij in, di heman demê de jî ew daxwaza gotûbêjan ji Tirkiyê dikin.”