ENKS nûnertiya xwe li Berlînê vedike

Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê tekez dikin ku di 8 meha Adarê de bi amadebûna serokê ENKSê û nûnerê Wezareta Derve ya Almanyayê bi şêweyekî fermî dê bête vekirin.

20.02.2017, Pts - 06:54

ENKS nûnertiya xwe li Berlînê vedike
Nuçe Belav bike

ENKS û piştî erêkirina Wezareta Derve ya Hikûmeta Almanyayê, dê nivîsgeha xwe bi şêweyekî fermî 8ê Adarê li Berlînê paytexta Elmaniyayê veke. Li gorî Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê, erêkirina Wezareta Derve ya Almanyayê hat, piştî kedeke berçav di warê diplomasî de ji aliyê komîta navbûrî ve.

Endamê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê Nimet Dawûd di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: “Ev nivîsgeh dê weke piştgiriyekê be ji Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê re di warê diplomasî, ragihandin û belavkirina daxuyaniyan, herweha pêwendiyên bi hemû hêzên siyasî yên ji derveyî welat re.”

Ev nivîsgeh eger e bibe bingehek ku bibe nûnertiyeke fermî ji ENKSê re, ne tenê li ser asta Almanyayê, lê belê li ser asta tevaya Ewropayê. Li gorî hin çavdêrên siyasî, vekirina çi nivîsgehên hevawa, serkeftineke diplomasî ye, lê dê bimîne di asta xewnan de eger nûnertiyeke Kurdî ya giştî li rojava yan jî li hin welatên cîhanê neyê vekirin, ku nûnertiya tevaya Kurdên Rojava bike û danpêdaneke navdewletî pê bête kirin.

Rojnamevan Mihemed Yûsif Hisên jî dibêje: “Bê gûman wê serkeftineke mezin ba û dê bi hêztir ba, eger vê nivîsgeh nûnertiya tevahiya Kurdên Rojava kiriba. Gelên cîhanê di riya diplomasiya Kurdî re wê têgihiştiba ku di Rojhilata Navîn de miletek heye zordarî lê hatiye kirin û ev nûnerên wan in û li ser asta cîhanê xizmeta gelê xwe dikin.”

Nivîsgeha ENKSê li Berlînê duymîn nivîsgeh e ku dê bête vekirin, piştî nivîsgeha Cenêvê. Li gorî hin şîrovekaran heman nivîsgeh ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li hin welatên cîhanê wek Rûsiya û Washingtonê hatine vekirin, lê ta niha ti rolên giring û sereke di xizmeta doza Kurdî de nehatine kirin û tenê dê xizmeta berjewendiyên partîtî bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1315 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:11:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x