ENKS: Ofîsa PDK-Sê li Qamişlo ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hat şewitandin

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) belav kir, “Komên çekdar ên ser bi PYDê ve ofîsa PDK-sê li Qamişlo şewitand” û bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir jî ku van kiryaran şermezar bike û kar ji bo rawestandina wan bike.

14.05.2024, Sal - 15:43

ENKS: Ofîsa PDK-Sê li Qamişlo ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hat şewitandin
Nuçe Belav bike

Sekreteriya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Komên çekdar ên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ve, îro 14ê Gulanê, ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S), li bajarê Qamişlo, şewitand.”

ENKS diyar dike, “Bi şewitandina vê ofîsê re, hejmara ofîsên ku ji 1ê Adarê ve hatine şewitandin, gihîştiye deh ofîsên ENKSê û partiyên wê li seranserî bajar û bajarokên Kurdî yên di bin kontrola PYDê de.”

ENKS dibêje, “Ji her kesî re eşkere bûye ku armanca van kiryaran ew e ku rê li ber hewldanên Amerîka û Ewropayê yên ji bo vegerandina diyaloga Kurdî-Kurdî bigirin, ku bi sponseriya Amerîka û garantoriya serkirdayetiya HSDê di Nîsana 2020an de dest pê kiribû û ji aliyê PYDê ve hatibû têkbirin.”

Di daxuyaniyê de hat jî, “ENKSê bi tundî van kiryarên terorîstî yên ku ji aliyê komên çekdar ên ser bi PYDê ve tên kirin, şermezar dike û berpirsên wê yên siyasî, ewlekarî û leşkerî di ber van kiryaran de berpirsyar dibîne.”

ENKSê bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir ku van “kiryarên terorîstî” şermezar bike û kar ji bo rawestandina wan bike. Herwiha Bang li hemû partiyên Kurdistanî kir jî ku helwesteke zelal li ser van kiryarên li dijî ENKSê nîşan bidin, wan şermezar bikin û kar ji bo rawestandina wan bikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 233 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:11:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x