Erdogan, li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê axivî

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayip Erdogan, îro di civîna fraksiyona partiya xwe de axivî.

18.05.2022, Çar - 13:31

Erdogan, li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê axivî
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan, îro plana xwe ya bo Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê car din eşkere kir. Erdogan da zanîn ku ew, li deverê 13 komelgehên rûniştinê ava dikin da ku milyonek penaber tê de werin bicihkirin.

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê Recep Tayip Erdogan, îro di civîna fraksiyona partiya xwe de axivî. Erdogan di axaftina xwe de ragihand ku ew ê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê 13 komelgehên niştecihbûnê ava bikin. Recep Tayip Edogan, li ser mijara koçber û penaberan jî dûpat kir ku ew tu kesî bi darê zorê venagerînin û nîqaşa li ser penaberan jî wekî beşek ji `planeke qirêj` bi nav kir.

Serokomarê Tirkiyeyê, di 9ê Gulanê de eşkere kiribû ku di encama xebatên saziyên wan de xuya bûye ku ji milyonekê zêdetir Sûriyeyî dixwazin vegerin welatê xwe. Erdogan bi berdewamî dabû zanîn ku ew jî li ser vê yekê, li 13 deverên Sûriyeyê, 200 avahiyan ava dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 474 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:19:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x