Ezaz: Çekdaran ciwanekî ji Kobaniyê revand

Li bajarê Ezazê yê li bakurrojavayê parêzgeha Helebê ya Sûriyeyê, çekdarên Cebheya Şamî ciwanekî ji Kobaniyê revand.

12.04.2024, Cum - 10:04

Ezaz: Çekdaran ciwanekî ji Kobaniyê revand
Nuçe Belav bike

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ev ciwan doh bi hinceta “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re” hatiye revandin.

SOHRê diyar kir ku çekdaran ji malbata wî fîdye xwestiye.

Li hêla din, polîsên sivîl ên bi ser Tirkiyeyê ve Kurdekî xelkê gundê Gumrukê yê navçeya Şerayê ya Efrînê girtibû.

Wan fîdye ji malbata wî jî xwestiye û piştî ku malbatê 2 hezar û 500 dolar dane ew kes hatiye berdan.

Heman polîsan li Helebê jî Kurdek piştî dana 3 hezar û 700 dolarî berda.

Vî nûçeyê tevayî: 186 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:54:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x