Fuad Elîko wek nûnerê ENKSê diçe Cenevê

Piştî ku nûnerên çend aliyên Dijbereya Sûriyê gihiştin bajarê Riyad a paytexta Erebîstana Siûdiyê, li wir dest bi civînekê kirin.

11.02.2017, Cts - 07:22

Fuad Elîko wek nûnerê ENKSê diçe Cenevê
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên berdest, civîna aliyên Dijbereya Sûriyeyê, derbarê gotubêjkirina rewşa herî dawîn a li wî welatî û pêkanîna şandeke nû ya danûstandinê ye daku beşdariyê di danûstaninên dahatî yên Cenevê de bike. Li gorî pêşbîniyan di 20ê Sibatê de tê lidarxistin.

Endamê Desteya Bilind a Danûstaninên Dijbereya Sûriyê Ebdulhekîm Beşar ku di civîna Riyadê de beşdar bûye, Beşar di daxuyaniya xwe de ragihand ku dê civîn bi dawî bû û di heman demê de jî dê aliyên Dijbereyê şanda xwe pêk bînin.

Beşar herwiha da xuyakirin ku navê Fûad Elîko yê serkirdeyê Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) hatiye pêşniyarkirin daku wek nûnerê kurdan bibe endamê vê şanda nû ya Dijbereya Sûriyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1342 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:34:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x