Gelo PYD dê ofîsa xwe li Amerîkayê veke?

Wezareta Derve ya Amerîka radigihîne ku, haya wan ji wê yekê nîne ku PYD dê ofîsa xwe li Amerîka veke.

18.01.2017, Çar - 11:20

 Gelo PYD dê ofîsa xwe li Amerîkayê veke?
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya ya Amerîkayê John Kirby di presskonferansa xwe ya asayî de, li ser pirsa rojnamevanekî, ku gelo rast e Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dê li Amerîkayê ofîsa xwe veke, ragihand: “Min bi xwe tiştek wiha nebihîstiye. Ti agahiyeke min a wiha tine.”

Hin rojnameyên Tirkiyê û medyaya nêzîkî PKK û PYDê dabûn diyarkirin, ku “PYD dê li Amerîka ofîsa xwe veke”.

Herweha li gor heman medyayan Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî ragihandibû, ku xebatên wan ji bo vekirina nûneratiyê li Amerikayê didomin. Çend roj berê Îlham Ehmed çûbû Amerîkayê.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:29:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x