Heşdî Şebî Rojava xiste hedefa xwe de

Hejmarek rêveberên milîsên Heşdî Şeibî bo parêzgeha Hesekê ya Kurdistana rojava hatin şandin.

23.12.2016, Cum - 11:15

Heşdî Şebî Rojava xiste hedefa xwe de
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên berdest, ew rêveberên Heşdî Şeibî wek amadekariyek bo henardekirina çekdarên milîs, li gel berpirsên rejîma Sûriyê geheştine balefirxaneya Qamişlo.

Heşdî şeibî bi hinceta şerê dijî rêxistina tund a DAIŞê ve, dixwaze nêzîk du hezar çekdaran rêke Kurdistana rojava û li navçeya çiyayê Kewkeb a li derdora bajarê Qamişlo bicîh bikin.

Çalakvan û rojnamevanê Kurdistana rojava Xalid Xelîfe di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragehand, ku armanca wan milîsên heşdî şeibî ne şer kirine li gel DAIŞê, dest li ser sînorê navbera Kurdistana rojava û başûre.

Berî naha rêveberê heşdî şeibî Hadî Amrî ragehandibû, ku serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad daxwaz ji wan kiriye ku di şerê dijî DAIŞê de ji wan re alîkar bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:19:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x