Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), li gundewarê bajarokê Til Temir roja Duşembê 20ê Hezîranê li bakurê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, hêzên Fransî gereke çavdêriyê pêk anîne.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li gundewarê bajarokê Til Temir li bakurê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, hêzên Fransî gereke çavdêriyê li navçeya agirbestê ya di navbera hêzên HSDê û hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de pêk anîne.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), li gundewarê bajarokê Til Temir roja Duşembê 20ê Hezîranê li bakurê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, hêzên Fransî gereke çavdêriyê pêk anîne.
Heman çavkaniyê diyar kiriye, ku ew gera çavdêriyê ya hêzên Fransî li navçeya agirbestê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de bûye.
Herwiha gera çavdêriya ya hêzên Fransî di çarçoveya erkên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Rojavayê Kurdistanê de hatiye kirin.
Roja 17ê Hezîranê jî hêzên Amerîkayê gereke çavdêriyê li nav bajarokê Til Temirê pêk anîbûn. Hêzên Amerîkî derbasî nav taxên Til Temirê bûbûn û li rewşa xelkê pirsîbûn.
Ev di demekê de ye hêzên Amerîkayê rojane gerên çavdêriyê li Til Temir pêk tînin, daku çavdêriya agirbesta di navbera HSDê û hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de bikin.