HSDê dest bi qonaxa sêyem ya şerê Reqayê kir

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku beşek mezin ji wê ji şervanên YPGê pêk tê, dest bi qonaxa sêyem ya şerê azadkirina bajarê Reqayê yê Sûriyê kir.HSDê îro di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand ku wan dest bi qonaxa sêyem ya şerê Reqayê kirine.

04.02.2017, Cts - 15:44

HSDê dest bi qonaxa sêyem ya şerê Reqayê kir
Nuçe Belav bike



Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), ku beşek mezin ji wê ji şervanên YPGê pêk tê, dest bi qonaxa sêyem ya şerê azadkirina bajarê Reqayê yê Sûriyê kir.

HSDê îro di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand ku wan dest bi qonaxa sêyem ya şerê Reqayê kirine.

Berdevka Operasyona Reqayê Cîhan Ebdula di konferansê de got: “Armanca qonaxa sêyemîn ya operasyona Hêrsa Feratê, bo rizgarkirina navçeyên li rojhilata Reqeyê ye, da ku hemû xelkê ku di bin zordariya DAIŞê de dijîn, rizgar bikin.”

Cîhan Abdula amaje bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê kir û ragihand, ew operasyon bi piştevaniya asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî û şêwirmendên serbazî li meydana şer birêve diçe.

Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) qonaxa yekem ya operasyona bi navê "Hêrsa Feratê" ya rizgarkirina bakûrê Reqayê di 5 Mijdara 2016an de ragihandibû. Roja 10 Kanûna 2016an jî qonaxa duyem ya operasyona rizgarkirina rojavayê Reqayê dest pê kiribû.

HSDê berî çend rojan jî ragihandibû, ku di qonaxa duyem de rûbera 2 hezar û 480 km çargoşe hatiye rizgarkirin, ku tê de 196 gund û bi dehan zevî û girên stratîjîk û keleha Ceberê ya dîrokî kontrol kirine.

Bi armanca piştevanîkirina li HSDê bo şerê Reqayê, Amerîka hejmarek ji otomobîlên zirhî û alavên leşkerî radestî HSDê kirine. Berdevkê HSDê Telal Silo ji K24ê re aşkere kir ku, di çarçova opoerasyona Reqayê de, 8 otombîlên leşkerî yên pêşketî gihîştine destê wan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 942 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:58:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x