Ev 48 roj in ku operasyona Efrînê dewam dike û HSDê biryar da ku hêzên ji rojhilatê Firatê bişîne Efrînê. Fermandarê hêzeke HSDê Ebû Omer el Idlibî diyar kir ku malbatên wan li Efrînê ne û eger êrîşên li ser Efrînê ranewestin, dê heta hefteyekê hemû hêzên xwe yên li Dêra Zorê û Reqayê bişînin Efrînê.
Ceyş el Siwarê, Cebhet el Ekrad, Lîwa el Şemal el Dîmoqratî û Meclisa Leşkerî ya Idlibê ku di nava HSDê de şer dikin, bi daxuyaniyeke hevpar ragihandibû ku dê şervanan bişînin Efrînê. Ev çend roj in, HSD ji rojhilatê Firatê hêz û çekan dişîne Efrînê.
Fermandarê Giştî yê Ceyş el Siwar ê ereb Ebû Omer el Idlibî derbarê mijarê de ji Sputnikê re axift.
El-Idlibî diyar kir ku ji ber êrîşên li ser Efrînê nesekinîn û cîhan li himberî êrîşan bêdeng ma, wan biryara şandina şervanan da û got: "Her ku diçe, rewş li Efrînê xerabtir dibe. Di meseleya Efrînê de him hemû dinya û him jî Amerîka bêdeng e. Li gel me nesekinînin. 200 hezar ereb li Efrînê dijîn. Ji bo em malbat û mirovên xwe biparêzin, em dê şervanan bişînin Efrînê. Em dê şervanan ji Reqa, Dêra Zorê û gelek deverên din şervanan bişînin. Me ev biryar bi birêveberiya HSDê re gotûbêj kir. Me ji birêveberiya HSDê re got ku divê em biçin Efrînê. Me got, divê em malbatên xwe biparêzin. Me got, kengî me Efrîn ji êrîşan rizgar kir, wê çaxê em dê vegerin cihên xwe."
Ji aliyê din ve, Idlibî diyar kir ku piştî wan nîvê hêzên xwe ji herêma Dêra Zorê kişandin, DAIŞê êrîş kir û çar gund stendin û wiha dewam kir: Me nîvê hêzên xwe ji herema Dêra Zorê kişandin. DAIŞê li herêmê dest bi êrîşan kir û bi pêş de diçe. Eger êrîşên li ser Efrînê ranewstin, em dê hemû hêzên xwe bikişînin. Em neçar in, Efrînê biparêzin. Heta niha me biryar daye ku 1700 şervanên xwe bişînin Efrînê. Bi tevahî 6 hezar şervanên me hene."