Li gor nûçeya Reutersê, hat ragihandin ku dê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku girêdayî HSDê ye parastina navçeyê û hawîrdora wê berdewam bike.
Hêzên Sûriya Demokratîk ku piraniya hêza wan ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêk tên, car din dubare kir ku ew di bin parastin û çavderiya koalîsyona navnetewî de ne.
Li gor îdiayê di daxuyaniyê de hat gotin ku ji sala 2016an a rizgarkirina ji destê DAIŞê ve, Minbic ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve tê parastin û hêzên Amerîkî jî piştgiriya wan dikin.