HSDê û Artêşa Sûriyeyê ji bo Efrînê li hev kir'

Hat parastin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê ji bo ku leşkerên artêşa Sûriyeyê derbasî nav bajarê Efrînê bibin, li hev kiriye

18.02.2018, Paz - 17:18

HSDê û Artêşa Sûriyeyê ji bo Efrînê li hev kir'
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyên Rûdawê yek ji serkirdayetiya Partiya Yekîtiya Demokrat ya Kurd li Sûriyeyê Şêxo Bilo ragihand ku HSDê û artêşa Sûriyeyê li hev kiriye, daku artêşa Sûriyeyê sibe derbasî Efrînê bibe.

Şêxo Bilo di axaftina xwe de îdia kir ku “ev demek dirêj e di navbera rejim û HSDê de li ser mesela Efrînê hevdîtin tên kirin. Lê belê heya niha rejîmê bi şertên HSDê ne dixwest were Efrînê.”
Şêxo Bilo destnîşan kir ku rejim niha dixwaze pêşî li Tirkiye bigire da ku nekeve Efrînê. Bilo: Heta niha yek ji wan sedemên ku rejim mudaxele nedikir ew bû ku rejim digot wê Amerîka nehêle Tirkiye bikeve Efrînê, lê piştî dît ku Amerîka vê tiştê nekir vê gavê rejîm dixwaze biçe Efrînê û sînoran biparêze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 865 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:20:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x