HSDyê li Hesekê dest danî ser topavêjên hewanan

HSDyê da zanîn ku şervanên wan li derdora baregeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Şedadiyê dest daniye ser topavêjên hewanan.

12.12.2023, Sal - 19:34

HSDyê li Hesekê dest danî ser topavêjên hewanan
Nuçe Belav bike

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya fermî derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir.

HSDyê destnîşan kir ku hêzên wan îro li nêzî bajarokê Şedadiyê yê Hesekê operasyoneke berfireh a lêgrînê li dar xistiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ev operasyon piştî êrişên li ser baregehên HSD û Hêzên Hevpeymaniya Neteweyî hatiye destpêkirin.

Di operasyonê de li nêzikî gundê Edleyê yê li başûrê Şedadiyê gelek topavêjên hewanan hatine dîtin.

HSDyê di daxuyaniyê de got, “Hêjayî gotinê ye ku topên hewanan ne tenê baregehên leşkerî yên hevbeş dikin armanc, di heman demê de bandorê li gundên cîran ên nêzîkî bajarokê Şedadiyê jî dikin û ev yek metirsiyê li ser ewlehiya sivîlan çêdike.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de HSDyê hat ragihand ku doh gundên el-Herîrî û El-Hemadê yên Şedadiyê hatine topbarankirin.

HSDyê tekez kir ku dê ji bo ewlehî û parastina gel xebatên xwe bidomîne û dê hêzên wan ji bo baregehên xwe û koalisyonê yên hevbeş ji terorîstan biparêzin dudiliyê nekin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 325 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:53:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x