HSDê di van çend rojên dawî de bi dehên gund û wêstgehên elektrîkê ji dest rêxistina terorîst a DAIŞê derxistine, tenê niha li gorî çavkaniyên HSDê, ew 20 km ji aliyê rojhilat ve ji Reqayê dûrin. Medyaya ser bi Odeya Operasyona Hêrsa Feratê ragihand ku hêzên wan di berdewamiya qonaxa sêyem ya kontrolkirina Reqayê de, beşekê mezin ji bajarê Kerame kontrol kirine.
Hat ragihandin ku şerekî giran jî di navbera artêşa Sûriyê û rêxistina terorîst DAIŞê de li Dêra Zorê diqewime. HSD operasyona Xezeba Firatê ber bi Reqayê ve bi piştevaniya firoke û komando û pisporên Amerîkayê bi pêşve dibe, bi dehên gund û wêstgehên tirên û elekterîkê HSD ji destê DAIŞê derxistin.