Hêzên Rûsî ji Efrînê vedikişin

Piraniya leşkerên Rûsî ji bingeha Kefer Cenê ya li Efrînê vekişiyan bajarê Helebê.

29.06.2017, Per - 11:31

Hêzên Rûsî ji Efrînê vedikişin
Nuçe Belav bike

Hin ajnasên nêzîkî opozîsyona Sûriyê belav kirine, ku karwaneke leşkerên Rûsî ji bingeha Kefer Cenê ya li rojhlatê Efrînê vekişiya bajarê Helebê û tenê hejmareke biçûk ji leşkerên Rûsî li wî bingehê mane.

Vekişandina leşkerên Rûsî di demekê de ye, medyayên Tirkiyê ragihandine ku Tirkiyê amadekariya destpêkirina operasyonekê li bakurê Helebê dike.

Di heman demê grûpên îslamî yên li bajarê Ezazê ji berî cejna Remezanê ve berdewam bingehên YPGê li Efrînê bombebaran dikin.

Ji meha Adara borî ve Rûsyê bingeheke xwe li Kefer Cena Efrînê avakiribû.

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê jî ragihandibû, ku beşek ji Navenda Lihevhatin û Çavdêriyê a Rûsî li binkeya Himêmîmê a li Laziqiyê li Efrînê bicih bûne, da ku rûbirûbûn di navbera hêzên Mertala Ferêt û grûpên opozîsyonê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1371 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:14:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x