Îlham Ehmed: Armanceke peymanê rawestandina operasyonên leşkerî ye

Îlham Ehmedê diyar kir ku peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer ji bo rawestandina bûyerên li beravê û “rawestandina hemû operasyonên leşkerî yên li ser axa Sûriyeyê” ye.

11.03.2025, Sal - 10:38

Îlham Ehmed: Armanceke peymanê rawestandina operasyonên leşkerî ye
Nuçe Belav bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir.

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser Îlham Ehmedê bi rêya hesabê xwe yê Xê got:

“Lihevkirina hêzên me HSD û Rêvebiriya Veguhestinê ya Sûriyeyê di çarçoveya bûyerên xemgîn de ye ku xelkê me li herêma qeraxê şahidiya wan dike û ev gavek e ku armanca wê rawestandina van bûyeran e.”

Îlhamê diyar kir ku armanceke din a peymanê jî “rawestandina hemû operasyonên leşkerî yên li ser axa Sûriyeyê” ye.

Îlham Ehmed: Armanceke peymanê rawestandina hemû operasyonên leşkerî ye

Posta Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser Îlham Ehmedê bi vî rengî ye:

“Lihevkirina hêzên me HSD û Rêvebiriya Veguhêz ya Sûriyeyê di çarçoveya bûyerên xemgîn de ye ku xelkê me li herêma qeraxê şahidiya wan dike û ev gavek e ku armanca wê rawestandina van bûyeran e.

Her wiha armanceke din rawestandina hemû operasyonên leşkerî yên li ser axa Sûriyeyê ye.

Em hêvî dikin ku ev lihevkirin rê li ber aştiya niştimanî ya giştgir veke û rê li ber pêvajoyeke dadperweriya veguhastinê ya rastîn veke ku beşdarbûna Kurdan û hemû pêkhateyên din di pêvajoya siyasî de misoger bike û vegereke ewle ji bo koçberên hundir û derve pêk bîne.

Hêza Sûriyeyê di pirrengiya wê û jêhatîbûna lawik û keçên wê de ye.”

Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:

1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.

2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.

3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.

4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.

7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 176 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:41:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x