Îlham Ehmed: Welatên Erebî helwesta xwe li hember Rojava diguherin

Seroka Desteya Cîbicîkar a MSDê, Îlham Ehmed ji Rûdawê re ragihand, pêwendiyên welatên Erebî bi Rêveberiya Xweser re baş bûne, û di rojên pêş de dê guhertin di helwestên wan welatan de çê bibe.

30.12.2019, Pts - 07:05

Îlham Ehmed: Welatên Erebî helwesta xwe li hember Rojava diguherin
Nuçe Belav bike

Îlham Ehmed amaje bi danûstandinên MSD û Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Sûriyê re kir û got, niha ti danûstandin bi hikûmeta Şamê re nîne, lê dibe di dema bê de danûstandin werin kirin. Wê rayedara MSDê tekez kir, ew ji bo danûstaninan amade ne.

Îlham Ehmed herwiha eşkere kir, ku niha lihevkirineke leşkerî di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyê de heye û bi gotina wê, ew lihevkirin derbarê belavbûna hêzên artêşa Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê re ye.

Wê ew yek jî red kir, ku ti danûstanin an lihevkirinek siyasî bi Şamê re hatibe kirin.

Seroka Desteya Cîbîcîkar a MSDê destnîşan kir, Tirkiye ne tenê xeterê li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê çê dike, lê belê Tirkiyê niha berê xwe daye Lîbyayê jî û diyar kir, Tirkiye ji bo hemû welatên herêmê xeter e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1168 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:20:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x