Ji YPGê daxuyanî ya êrişa Tirkiyeyê

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbarê êrîşên li ser navenda wan ya li herêma Qereçeoxê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku mirî û birîndarên van hene.

25.04.2017, Sal - 06:29

Ji YPGê daxuyanî ya êrişa Tirkiyeyê
Nuçe Belav bike

YPGê di daxuyaniya xwe de got: "Di berbanga sêşema 25ê nîsana 2017an de, balafirên şer ên Tirkiyeyê seet li dora 02.00 êrîşeke berfereh dijî navenda fermandariya YPGê ya li çiyayê Qereçox nêzî bajarê Dêrikê pêk anî. Li Qereçox Navenda ragihandinê, radyo, navenda têkiliyan (Itîsalat) û hin saziyên leşkerî hene. Di encama vê êrîşa xedar de hin şervanên me jiyana xwe ji dest dan û hin jî birîndar bûn. Pişt re dê navê wan bê eşkerekirin.

YPGê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Em eşkere dikin ku ev êrîşa tirsonek îradeya me ya azad di şerê li hember terorê de naşkîne, herwiha em bang li gelê Rojava bi hemû pêkhateyên wê dikin ku bi hêzên xwe yên rewa re yek ref bin û li hember vê êrîşê piştgiriya hêzên xwe bikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1454 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:47:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x