Jineke Îtalî û 2 zarokên wê ji Kampa Holê reviyan

Jineke Îtalî ku hevjîna emîrekî DAIŞê bû û 2 zarokên xwe ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê reviyan.

27.04.2024, Cts - 19:49

Jineke Îtalî û 2 zarokên wê ji Kampa Holê reviyan
Nuçe Belav bike

Hevserokê Rêveberê Kampa Holê Xurşîd Qiro ragihand ku nayê zanîn ka çûne kû derê.

Bi gotina Xurşîd Qiro, ew jin li beşa koçberên jin bi rêya xebatkarên ku li Nexweşxaneya Xaça Sor kar dikin reviyaye.

Xurşîd Qiro eşkere kir ku ew hevjîna emîrekî DAIŞê bûye lê ti zanyariyeke din li ser awayê rev û cihê ku çûyê neda.

Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

55 hezar kes li vê kampê dimînin û piraniya wan jin û zarokên DAIŞiyan in.

Vî nûçeyê tevayî: 203 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:17:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x