Bi dehan leşkerên ser bi Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Minbic hatine bicihkirin, ku ew navçe di bin desthilata hevpeymanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.
Li gorî agahiyan ji hin çavkaniyên taybet ve, hejmareke zêde ya leşkerên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li herêma Minbicê belav bûne, ku ew dever di bin kontrola Encumena Leşkerî ya Minbic de ye.
Çend jêderan li Sûriyê ragihandin, ku serbazên Amerîka yên di nava Hevpeymaniya Navdewletî de, li nava bajarê Minbicê belav bûne, û çek û otomobîlên serbazî jî li wî bajarî bicih kirine.
Herwiha ji aliyekê din ve û li gorî heman jêderan, Rûsya ferman daye ku hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve ku li ser heman hêla operasyona Mertala Firatê ya Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi hin komên Artêşa Azad a Sûiyeyê ve, operasyonên pêk bînin, û nêzîkî hêzên Tirkiyê û gurûpên ser bi dijbereyê ve nebin.
Nêzîkbûna hêzan ji hevdu li derdora Helebê di demekê de ye, ku DAIŞ ji beşekî mezinê gundên sînorên bajarê Babê vekişiyaye û ti berevanî nekiriye.
Bicihbûna hêzên hevpeymanan bi çekên giran û belavbûna wan li herêma Minbicê di demekê de ye, ku Tirkiye bi awayekê berdewam gefa wê yekê dixwe, ku piştî bi dawî bûna kontrolkirina El-Babê, ew dê berê xwe bidin Minbicê û wê herêmê jî bixin bin kontrola xwe.
Ji aliyekê din ve, Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn (CENTCOM) li ser hesaba xwe ya twitterê çend wêneyên şervanên jin belav kiriye û ragihandiye, ku ji bo şer amade ne.
Herwiha CENTCOmê daye xuyakirin, ku rahênanên şervanan li ser çekên pêşketî jî berdewam e.
Ew yek di demekê de ye, ku operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo kontrolkirina Reqayê didom e. Herwiha şervanên HSDê sînorê operasyona xwe berfirehtir kirine û li parêzgeha Dêrazorê jî êrişî DAIŞê dikin. Di encama wan êrişan de, HSDê çend gundên Dêrazorê ji destê DAIŞê derxistine.