Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê kursên zimanê Ermenî dest pê kirine

Ajansa Penaberan a Netewên Yekbûyî jî, nîşan bi wê yekê daye ku, bi sedema rewşa Sûriyê, derdora 15 hezar Ermenî ji wî welatî vegeriyane Ermenistanê.

30.06.2022, Per - 06:46

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê kursên zimanê Ermenî dest pê kirine
Nuçe Belav bike

Hejmareke çalakvanên Ermen, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, meheke dest bi Kursên Fêrbûna Zimanê Ermenî kirine.

Ew kesên ku beşdarî xulên fêrbûna zimên dibin, dibêjin ku ew dixwazin zimanê xwe biparêzin û hişyariyê di nava xelkê xwe de belav bikin.

Mebesta wan amadekirina mamosteyên wî zimanî ye û derbaskirina materyalên wî zimanî di nav rêbaza xwendinê de, li dibistanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî ji ber şerê Sûriyê nêzîkî 15 hezar Ermenî ji Sûriyê koçber bûne.

Mamosteya Zimanê Ermenî Lusyan Irdî got, “Hevalên me yên li vê derê, ji Ermenên diyasporayê ne ku ji zimanê xwe yê dayik bêbehr man, êdî tên waneyên Zimanê Ermenî dîstînin, da fêrî zimanê xwe yê dayik bibin. Bi mebesta ku ev ziman li nav gel belav bibe. Ji serê vê mehê ve, me dest bi korsa ziman kiriye.”

Beşdarên van kursan nîşanê bi wê yekê didin, serbarî fêrbûnê, armanca wan ew e ku hişyarî û rewşenbîriyê di nav civaka Ermenî de belav bikin û zanyariyan derbarê çand, civak û dîroka Ermenen nîşan bidin.

Her bi gotina wan beşdaran, armanca van kursan, vejandin û zindîkirina zimanê Ermenî ye, bi taybetî ji bo Ermenên li diyasporayê.

Beşdara kursê Hayik Osyan anî ziman, “Aniha em hewl didin zimanê xwe vegerînin û ji nû ve zindî bikin. Ev korsên ku dibin, ji dema nêzîka mehekê ve, hatine destpêkirin. Em wê weke gaveke gelekî baş dibînin, ji bo zindîkirin û vegerandina Zimanê Ermenî. Aniha jî em wanyeên Zimanê Ermenî dibin, ji bo ku em bibin mamoste û em waneyan bidin zarokan û xelkên ku pêwîstiya wan bi fêrbûna Zimanê Ermenî heye.”

Hevdem ligel gihiştina rizgarbûyên ji Komkujiya Ermenan li Tirkiyê, sala 1915yan, revenda Ermenî li Sûriyê, di navbera salên 1915-1920an de, pêk hat.

Li gorî zanyariyan, derdora 98 hezar Ermenî li Heleb, Şam, Dêre Zor û Cizîra Rojavayê Kurdistanê bicih bûn, bi taybetî li Qamişlo, Dirbêsiyê, Til Temir û Hesekê.

Nivîsgeha Kordînatorê Bilind ê Ermenî ji bo Karûbarên Diyasporayê, ragihandiye ku, derdora 60 hezar kesên Ermen, di dema şerê 10 salî yê Sûriyê de, ji vî welatî reviyane, û hejmara Ermenên mayî li Sûriyê, bi nêzîka 30 hezar kesî tê texmînkirin.

Her bi sedema krîza Sûriyê, hejmara Ermenan li Rojavayê Kurdistanê daketiye nêzîka 3 hezar û 850 kesî, ku gelek ji wan koçber bûn.

Ajansa Penaberan a Netewên Yekbûyî jî, nîşan bi wê yekê daye ku, bi sedema rewşa Sûriyê, derdora 15 hezar Ermenî ji wî welatî vegeriyane Ermenistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 482 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:40:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x