Çavkaniyên xwecihî li Idlibê dan zanîn ku artêşa Tirkiyê xalên çavdêriyê li devera hêmin li Idlibê zêde dike.
Li gorî heman çavkaniyan, artêşa Tirkiyê rêkarên serbazî yên nû girtine ber û hêzên zêde li nêzîkî bajarokê Daret Izê bi cih kirine.
Çavkaniyên ku ji medyayê re axivîne tekez kirine ku artêşa Tirkiyê rokêtên Hok, radar û amûrên pêwendîdanînê li ser sînorên Efrînê bi cih kirine.
Bicihbûna hêzên artêşa Tirkiyê li parêzgeha Idlibê li gorî rêkeftina her sê welatên garantor Rûsya, Tirkiye û Îranê li ser damezirandina devera hêmin li wê parêzgehê tê.
Ew demeke dirêj e ku Tirkiye gefa wê yekê dike, ku dê êrişî Efrînê bike û bi gotina rayedarên wî welatî, ew dê wê herêmê ji kontrola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û baskê leşkeriyê wê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) derbixin.
Rayedarên Tirkiye PYDê û YPGê weke gef û metirsî bo ser asayişa xwe ya netewî dibîne û wan weke baskê PKKê yê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dibîne.
Herwiha Tirkiyê gelek hêzên xwe bi çekên giran ên weke tank, top û wesayitên zirhî li ser sînorên bi Efrînê re bicih kirine.
Lê belê YPG wan helwest û tohmetên Tirkiyê red dike û çendîn caran ragihandiye, ku ji sînorê di bin kontrola wan ve ti êriş li dijî Tirkiyê nehatine kirin.