Li Efrînê 4 kes ji aliyê grûpên çekdaran ve hatin revandin

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 welatiyên Kurd ji Efrînê revandin.

28.03.2024, Per - 15:46

Li Efrînê 4 kes ji aliyê grûpên çekdaran ve hatin revandin
Nuçe Belav bike

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar a bi navê “Polîsa Leşkerî” roja 26ê Adarê welatiyê bi navê Mistefa Îbrahîm ê ji nahiya Mabeta revand, ku berî rojekê ji herêma Şehbayê vegeriyabû Efrînê.

Diyar kir jî, roja 25ê Adarê Şêx Mihemed Îsmaîl ji mala xwe ya li taxa Eşrefiyê ya Efrînê hat revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Herwiha roja 17ê Adarê jî welatiyê bi navê Farûq Mihemed Şêxo li nahiya Mabeta ji aliyê Polîsa Sivîl ve hat revandin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand jî, welatiyê bi navê Mihemed Eslan ji roja 11ê Adarê ve ji aliyê Polîsa Leşkerî ve hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wî jî ne diyar e.

Şeş sal di ser dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve derbas dibin û heta niha zêdetir ji 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, welatiyan direvînin û eşkence didin, pere, fidye û bacan ji wan distînin.

Vî nûçeyê tevayî: 168 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:55:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x