Li gorî ragihandina jêderekî, çekdarên grûpa Polîsa Leşkerî xortê bi navê Yilmaz Xalid Nasan ji gundê Şêx Meydana yê ser bi Raco ve revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Wî jêderî diyar kir, Yilmaz Xalid Nasan (33 salî) ji berî hefteyekê vegeryabû gundê xwe û kurê tekane yê malbata xwe ye û heta niha sedema revandina wî ne diyar e.
Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û heta niha dora 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.