Li Efrînê çekdaran sê welatiyên Kurd girtin

Li navçeyên Bilbil, Raco û Şerayê yên Efrînê çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve 3 welatiyên Kurd “bi tohmeta pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser” girtin.

26.01.2024, Cum - 07:05

Li Efrînê çekdaran sê welatiyên Kurd girtin
Nuçe Belav bike

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, çekdarên grûpa Suqûr el-Şemalê îro li gundê Ebûdanê yê navçeya Bilbila Efrînê welatiyekî Kurd ê 30 salî ji ber ku nekarî xûkiyê (xerec) bide girt.

Herwiha li gundê Hecîkayê yê navçeya Racoya Efrînê jî polîsên leşkerî jineke Kurd 65 a salî bi tohmeta pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser girt.

Li gundê Dêr Siwanê yê navçeya Şerayê ya Efrînê jî her polîsên leşkerî welatiyekî Kurd 40 ê salî bi heman hincetê girt.

Heta niha jî çarenivîsa wan kesan ne diyar e.

Li herdu bajarokên Raco û Bilbilê yên Efrînê û li bajarokê Ezazê yê bakurê Helebê, doj jî polîsên ser bi Tirkiyeyê ve 4 welatiyên Kurd bi tohmeta pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser girtibûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:34:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x