Li gelek bajaran êrişî Sûriyeyiyan hatibû kirin: Mezlûm Ebdî daxuyanî da!

Fermandarê Giştî yê HSDyê got, "Em êrişên li ser gelê Sûriyeyê yên li Qeyseriya Tirkiyeyê şermezar dikin û banga parastina can û rûmeta wan dikin."

03.07.2024, Çar - 10:14

Li gelek bajaran êrişî Sûriyeyiyan hatibû kirin: Mezlûm Ebdî daxuyanî da!
Nuçe Belav bike

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî derbarê êrişên li hemberî Sûriyeyiyan û xwepêşandanên li dijî Tirkiyeyê peyamek belav kir.

Mezlûm Ebdî di peyama xwe êrişên li Qeseriyê şermezar kir û wiha got:

"Tevgera xelkê Sûriyeyê ya li navçeyên dagîrkirî, tekez dike ku, eger çendîn em nakok bin jî lê doza rûmeta niştimanî û serxwebûna biryara Sûriyeyê armancên bingehîn in ku me dikine yek.

Di heman demê de em êrişên dijminane yên li ser xelkê Sûriyeyî yên li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê şermezar dikin û banga parastina jiyan û rûmeta wan dikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser axa xwe berê û niha jî em pêşwazî li her welatparêzekî Sûriyê û birayên xwe dikin û heta niha jî destê me dirêjî hemû gelê Sûriyê ye ku em welat û gelê xwe rizgar bikin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 234 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:24:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x