Li gor ajansên nêzîkî PYDê, duh Rêveberiya Xweser li bajarokê Girê Spî 19 kes ku bi tometa pêwendiyên wan bi DAIŞê re hebûn, girtî bûn, serbest berdan.
Li gor çavkaniyê, ew yek bi navbênkariya êlên deverê çê bû ku malbatên girtiyan daxwaz ji wan kiribûn destêwerdanê bikin, ji bo serbestberdana kurên wan.
Ev azadkirina endamên DAIŞê di demekê de ye, ku Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê bêtir ji 50 endamên partiyên ENKSê bi tometa wernegirtina muhletê ji rêveberiyê girtine.
Li gor Rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyên Giştî, ku ev girtî karmend û leşkerên DAIŞê bûn û di Dadgeha Leşkerî re derbas bûn û hin ji wan du sal ceza xwaribûn.
Di dirêjiya sê salên ku DAIŞê Minbic kontrol kiribû de gelek ciwan û welatî li bajêr tevlî DAIŞê bûn. Piştî Minbic di 15 Tebaxa 2016an de ji aliyê Encûmana Leşkerî ya Minbicê ve hate rizgarkirin, gelek kesên ku tevlî DAIŞê bûbûn hatin girtin.