Li Hesekê eşîr bi hev ketin: 7 kuştî, 6 birîndar

Li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di pevçûna eşîran de 7 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûn.

23.09.2024, Pts - 10:43

Li Hesekê eşîr bi hev ketin: 7 kuştî, 6 birîndar
Nuçe Belav bike

Li gundê Hebayê (Hedaca) yê Hesekê eşîrên bi navê El Jewana û El Moşehda pev çûn.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di pevçûnê de doçka û RPG jî hatin bikaranîn.

SOHRê da zanîn ku di encama pevçûnê de 7 kes hatin kuştin û 9 kes jî birîndar bûne.

Her wiha SOHRê ragihand ku 3 meh berê jî ev her du eşîr pev çûne û di wê pevçûnê de jî 2 pismam hatine kuştin.

Îsal di pevçûnên eşîran de 75 kes hatine kuştin

Li aliyê din SOHRê da zanîn ku îsal li herêmên Rêveberiya Xweser 115 şer û pevçûnên eşîran çêbûne.

Di wan pevçûnan de jî 75 kes hatine kuştin ku di nav wan de 3 zarok û 3 jin jî hebûne.

Her wiha 221 kes jî birîndar bûne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 163 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:53:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x